Pêşgotin Vorwort Vervate Önsöz
Rêznama Komelê Vereinssatzung Nîzamnameyê Komele Tüzük
Rêznama Komelê
Feqiyê Teyran –Komela Nivîskaran li Almanya e.V. (FSD)
§ 1 Nav, navnîşana qeydkirî, tomarbûn û sala maliyê
Komel di sala 2024’an de hate avakirin, ” Feqîyê Teyran – Komela Nivîskarên li Almanyayê e.V.” FSD tê navkirin.
Navenda wê li Bottropê ye. Divê Komel di lîsteya komelan da cî digire. Piştî qeydkirinê dê bi pêveka “e.V.” bê nasîn.
3) Sala darayî/maliyê sala salnameyê (takvimê) ye.
§ 2 Armanca komelê
1) Komel navendeka nivîskarên Kurdistanî yên li Almanyayê ye.
2) Komel ji bo berfirehbûn, berbelavbûn û xwendina edebiyata kurdî dixwaze bibe alîkar û piştevan.
3) Di heman demê de, komel dê bixebite ku edebiyata almanan nas bike û ji aliye kurdan ve edebiyata kurdan bide nasîn ji bo almanan. Di vê çarçoveyê de komel dê pêşangehan ji bo pêkvejiyana kurdan di nava civaka almanan de pêşve bibe û bi rêya edebiyatê di navbera herdu netewan de têkiliyên baş çêbike.
4) Armanca komelê pêşiya her tiştî ew e, ku ji bo lêkolînan, parastina berhemên kurdî, belavbûn û xwendina pirtûkên edebiyata kurdî yên nivîsandî an jî ê bên nivîsandin bibe alîkar. Alîkariyê bidê wan kesên ku, di van mijaran de dixebitin û dibe piştevan û destek dide wan.
5) Komel li seranserê cîhanê piştevanî dide nivîskarên di bin guşar û bandoran de ne û yên ji ber raman û fikrên xwe tehlûka sizayan de ne, yên hatine girtin û zindanan de ne, bê cudahiya ziman, ol/dîn, rêgez netew û zayend piştgiriya wan dike.
6) Komel armancên xwe taybetî bi van rêyan ve pêk tîne:
a) Belavkirina berhemên edebî bi xwendin, konferans, semîneran an jî bi çalakîyan her usa bi çapkirinê ve
b) Amadekirin û rêvebirina kursan, semîner, konferans, panel û wan xebatên ji bo perwerdeya pîşeyî.
c) Ji bo pêkanîna xebatan, hemû cûre agahî, belge, dokument û weşanan peyda dike, avakirina navenda belgekirinê, bi rêya çapemeniyê û raya giştî ji kovar, rojname, bulten û belovokan dikarin derêxin û sosyal medyayê bi kar bînin.
d) Daxwaza desteka ji aliyê koma Yekîtiya Ewropa (YE), Yekitiya Navnetewî (YN) û saziyên navnetewî re serelêdan ji fon û projê wan yên aborî, bi hev û din re dan û standin li gor rêbazan dê hewil bide.
e) Bi destûr dikare hîbe û bexşîna kom û berhev bike, ji nav welat û derveyê welat alîkarî werbigre.
f) Komel ji bo endamên xwe, ji bo demên vala û bêhnvedanan de, derbarê wî de hêwla avakirina navenda civakî û çandî dide, ji bo pêdivî û pêwistiyên endaman fona dravan ji bo alîkariyê ava dike.
g) Di rewşa xwestinê de, komel dikare şax û nûnertiya rêxistanê li Almanya û li derveyê wî, damezrîne.
h) Li gor rêznamê, di rewşa xwestinê de, komel dikare ji bo pêdiviyên xwe,qehwexane (vexurik), çapxane, weşanxane veke û an jî wan biafirîn e. Komel bi armanc hemû warên qanunî û yasayî de dikare komel, sendika, vakif û saziyan re ji bo armancên hevpar platforman ava biken.
j) Di rewşa xwestinê de, komel dikare xebat û têkiliyên xwe wan komên navneteweyî û neteweyî yên edebî û çandî re çêke û projeyan biafirîne; Çalakiyên navnetewî û têkiliyên li derveyê welat, endambûna rêxistinên derveyî welat de û bi wan re hevkarî kirin an jî bi hev re xebitîn armanca komelê ye.
k) Komel dikare, heke pêwist bibe ji bo amadekirina vê armancê, di nav welêt û li derveyê wê de vakif an jî federasyon biafirîne an jî bibê endamê federasyoneke ku jixwe heye. Bi destnîşanên qanûnî ve komel dikare avakirin û rêvebirinê rêveberiyên komelên derve biryar bidê.
l) Komel dikare ji bo xebatên xwe, emlakên çêkirî û neçêkirî bidest bîne, firoşê bike, bikire an jî bide kirê.
§ 3 Fonên Komelê
1- Komel, bi rêya beşê “Steuerbegünstigte Zwecke” ya (Qanuna Baca Almanya) bi
tenê û rast bi armanca xêrê dozîn/ajo. Komel ne bi awayekê kêşiyê, her wisa, tiştekê aborî ya bi şexsî nikare bibe. Fonên komelê dikarin tenê ji bo armancên qanûnî bêne bikaranîn. Endam bi awayekê kesane nikarin tu fêde û sûd ji fonên komelê bistînin. Ne kes dikare ji bo xercê ku bi armanca komelê têkildar nîne an jî ji bo bidestxistinê fêrkariya neqanûnî fonên komelê bikar bînin. Endam û karûbarên komelê dikarin bi rêya qanûnê komelê vegere xercên xwe bikin. Rêveberên komelê û kesên din ku, ji bo komelê dixebitin, dikarin bi awayekê asayî xebatê xwe bidin û bistînin.
2-Tu endam nikare ji piştî dev ji komelê berdanê xwe, ji malê komelê sûdê werbigire.
3- Bi biryara rêveberiya komelê û rêveberiya ofîsê û rêveberiya komelê, dikare xebatkaran bigire.
§ 4 Endamtî
1-Kesê ku dixwaze bibê endamê komelê, divê kêmasî yek pirtûka wê/wî hatibe çapkirin. Endamên eslî ew kesên ku dema komel hate damezirandin in. Kesên din dikarin bibin endam,divê herêkêm yek pirtûka çapkirî hebe. Kesên ku bixwazin bibin endamê komelê, divê ji rêveberiya komelê kesek pêşniyar bike. Ji bo serlêdana endametiyê, rêvebirên komelê ji sisyan du (2/3) deng ji bo pejirandina endametiyê pêwîst e û tê erênî kirin.
2- Ew kesê dixwaze bibê endam, dibe ku berhemek weşandî hebe. Ji bilî kurdî, bi almanî nivîsandi be jî dikare bibe endamê komelê
3-Kesên ku dixwazin bibin endamê komelê, ji piştî pejirandina endametiyê, dikarin ji bo organên komelê bên destnîşankirin û hilbijartin.
4-Endametî, dikare bidawî bibe, piştî ku endam dimire, an jî bi nameyekê bixwaze ji endametiyê derkeve yan jî civîna giştî (kongre) de bi piraniya dengan endametiya endam dawî dibe.
5-Heke deh endamên komelê, kesekî endamê komelê gilî bikin, ku komel bi awayekê giran tê rexnekirin û îtîbara komelê dilizê û xera dike. Pêwistî heye derbarê wan de lêkolîn bê kirin. Rêveberiya komelê komîteyeke ji pênc endamên rêxistinê erkdar dike. Komîte li ser vê mijarê dixebite, kesê ku hatine gilî û tawanbar kirin wan agahdar dike.Tawanbarker ku xwe biparêzin derfet tê dayîn. Derbarê vê kêşeyê de serokê komelê tê agahdarkirin. Piştî van gavan rêveberiya komelê civîneka ji bo raya giştî re girtî hevdîtinekê amade dike. Biryarên hevdîtinê wek girêbend/rapor pêşkêşî civîna giştî (kongreyê) dikin. Civîna giştî ya ji bo raya giştî girtî de endamek komîteya lêkolînê pêşniyarê ji endametiyê derxistinê daxwaz dike. Dengdan ji sisyan du (2/3) tê (dengên bêalî û dengên nederbasbar jî tên hijmartin) erêkirin û pejirandin.
§ 5 Salaneya Endametiyê (dirav/dara)
1-Endamên resen/eslî divê bidestxistina endamîyê salane bidin. Heke kesekî di rewşa aborî de di nava kêşeyan da be, dikare bidestxistina endamî yên wan were kêm kirin. Endamên rêveberiya komelê dikarin di rêzê xebata xwe de ji bidestxistina endamî bêpar be. Mîqdara bidestxistina endamîyê û para wan, ji hêla civîna giştî (kongre) ve bi rêya rêzikê bidestxistin tê destnîşan kirin.
2- Endamê ku bê sedemên rasteqîn di nav dewra du salan de bidestxistina endametîya xwe nede, vê rewşê digihîne rêveberiya komelê û wê bi nivîskî agahdar dike. Heke di nav şeş hefteyan de bidestxistina endametîya wî/wê neyê dayîn, ji endametiyê dikeve. Biryara derxistina endamê derdarê wî/wê bi nivîskî agahdar dike. Heke dijî biryarê nebû, rêveberiya komelê vê daxwazê bi fermî destnîşan dike û endamê derçûyî agahdar dike.
3- Heke kesek ji endametiya komelê derbikeve, bidestxistinên endamî ku jixwe hatine dayîn, nayên vegerandin.
§ 6 Organên Komelê
Organên komelê ev in:
a- Komcivîna Giştî (kongre)
b-Komîteya Kargêr (Komîta Navendî)
§ 7 Komcivîna Giştî (Kongre)
1-Organa here bilind a komelê Komcivîna Giştî ye.
2-Komcivîna Giştî her sal carekê dicive. Komcivîna Giştî ji aliyê rêveberiya komelê
ve biryar tê standin. Heta ku jê tê destpêka salê nava sê mehên ewil de bê pêkanîn. Panzdeh rojan pêşda endam bi nivîskî têne agahdarkirin û vexwendin.Vexwendnamê de roj, dem, cihê civîne û rojev tê nivîsandin. Komcivîna Giştî bi endamên resen yê komelê ve dicivin. Hemû endam ji bo civînê tên vexwendin. Li gor şert û mercên komelê endamên aktîf û pasif xwedî mafê dengdanê ne. Hemû endamên komelê yên ku mafên wan heye, dikarin dengê xwe bidin.
3-Komcivîna Giştî herî kêm bi nîvê endamên komelê ve dicive. Eger ji nivî yek zêde be civîn tê darxistin. Heke ew hejmara endaman beşdar nebin, komcivîn panzdeh rojan tê taloqkirin. Civîna duyem nava panzdeh rojan de tê pêkanîn. Bê ku hejmara beşdarvanan bê mêze kirin, civîn tê çêkirin.
4-Komcivîna Giştî, biryarê xwe civînê de bi dengdanê digre, piraniya dengan di civînê de dibe biryar, hemû biryarê civînê bi protokol/girtename tên nivîsandin û ji alîyê rêveberê komcivînê û kesê ku protokolê digire tê îmzekirin. Ji xên ji vê jî ku emdam bixwazin dikarin mijarek teybet bixin nava rojevê, mijar tê dengdan, ku ji sêyan yek 1/3 deng bistîne mijar li ser rojevê tê zêdekirin
5-Birêveberiya Giştî ya komelê pêwîst bibîne, her dem dikare Civîna Giştî ya teybet/awarte kom bike. Vexwendina vê mijarê divê berî hefteyekê bê nivîsandin û di vê daxwazê de divê armanca civînê bê zelal kirin. Civîna Giştî ya teybet/ awarte ji aliyên endamê komelê ve jî sêyan yek 1/3 nivîskî bê xwestin dikare civînê kom bike
6-Guhertina rêznama komelê, di Civîna Giştî de ji aliyê endamên beşdar ve ji sêyan du 2/3 dengan dikare bê guhertin.
- Civîna Giştî, peywir û karbidestîya wî ev in.
a) Hilbijartina rêveberiya komelê, hemû lijneyên wî venihartin/kontrol û ji peywiran girtin û derxistin,
b) guherandina rêznama komelê,
c) bütçeya ku ji hêla rêveberiya komelê ve hatî amadekirin, gotûbêjkirin û bi vî rengî an jî bi guherandin qebûl kirin,
d) ji bo bidestxistina armanca komelê bidestxistina emlaka hewce an jî firotina emlaka heyî bo rêveberiya komelê raye dan,
e) li gor qanuna komelan ya giştî, sazî û rêxistinên wekhev da cih girtin, tevxebat û yan jî jê derketin,
f) avakirina şaxên komelê an jî girtina wan û bo vê mijarê rêveberiya komelê xwedî biryar e û tê destnîşankirin,
g) di Civîna Giştî de rê û rêbaza hilbijartinê wekî: (dengdana veşartî an vekirî, listên blok an jî dengdanên taybetî, hwd.); Di Civîna Giştî de ku hilbijartin rêk û pêk bêne kirin, pêşniyarên rêveberiya komelê û organê wî pêwîstin,
h) Civîna Giştî bi rêzê qanûnan û peymana serlêdanê, hemû peywirên mijarên din yên ku hene têne bikaranîn.
V) Rêveberiya Komelê
Li gorî xala/madeya 26ê BGB, Rêveberiya Komelê ji kesên jêrîn pêk tê:
a) Serok,
b) Sekretêra/ê Giştî,
c) Kasedarê/a/Hesabdara/ê,
d) Du endamên cîgir (alternatîf).
1-Nûner û temsîlkar li ber rêzê qanûnî û neqanûnî, ji hêla du endamên rêveberiya komelê ve an jî kesên ku bi pêşniyariya rêveberiya komelê hatine destnîşan kirin,tê pêkanîn. Her yek ji endamên rêveberiya komelê mafê yek dengî heye.
2-Endamên rêveberiya komelê di Civîna Giştî de têne hilbijartin. Ew di xebata xwe de dimînin heta ku hilbijartina nû were kirin. Dema xebata wan ji bo rêveberiya komelê du sal in.
3-Rêveberiya Komelê mafdar e, ji bo organên nû û nûnertiyan damezrîne.
4-Heke kesek bixwaze ji endamên rêveberiya komelê derkeve, dikare bi nivîskî di her demê dest jê bikşîne û kar berde, derçûna xwe de azad e. Heke endamê rêveberiya komelê di nav demê xebatê de dev ji rêveberiya komelê berde, wê demê Komcivîna Giştî ya taybet/awarte de xwastina nûkirina endamê nû yê rêveberiya komelê were kirin.
IX) Komîteya Çavdêrîyê
Komîteya Çavdêrîyê di Komcivîna Giştî de tê hilbijartin. Ev komîte ji du endam pêk tê.
X) Parastina Daneyên Kesane
Daneyên kesane li gorî rêzê qanûnî têne tomarkirin û di encama wê de tenê ji bo bidestxistina armanca Peymana Serlêdanê (rêznama komelê) têne bikaranîn.
XI) Betalkirina Komelê, Mal û Semyanê wê
1-Tenê di Komcivîna Giştî ya taybet/awarte ku bo vê armancê hate civandin, dikare derbarê betalkirina komelê de biryar bide. Ji bo betalkirina komelê, divê ji sêya du 2/3 dengên endaman were girtin.
2-Heke komel were betalkirin an jî armanca wê ya bacê/vêrgîyê ji dest derkeve, ku armancê komelê bêne betalkirin, wê gavê tevaya malhebûna komelê dê ji bo sazîyek an ji bo komelke din were radestkirin.

