Pêşgotin Vorwort Vervate Önsöz
Rêznama Komelê Vereinssatzung Nîzamnameyê Komele Tüzük
Pêşgotin
Feqiyê Teyran – Komela Nivîskaran li Almanya, di sala 2024 de li bajarê Bottrop hate damezirandin. Komela me dê li ser edebiyat, ziman, çand û perwerdehîya kurdî kar bike, pêşveçûna edebiyata kurdî, berbelavbûna wê û xwendinê pêş ve bixe û bi rêya edebiyata kurdî ve, di navbera civakên kurd û almanan de têkilîyan xurt bike rê ve bibe.
Endamên me yên damezirîner di civîna xwe ya yekemîn de, ji ber rûmet û rêzgirtina Feqiyê Teyran, kesayetîyekî herî girîng yê dîrokî yê edebiyata kurdî ye. Ji ber vê giringîyê, herwisan ji bo danasîn û parastina navê wî, biryar girtin û navê wî dan komelê.
Komela me, di sêrî da li seranserî Almanya, lê herwisa li Ewropayê de jî, ji bo hemû nivîskarên Kurdistanê, dê bibe maleka hevpar. Ji ber hinek sedemên cur be cur, kurdên ku li Ewropayê dijîn û li wan welatan nivşên nû û mayînde pêk anîne, divê haya wan bi dîroka wan hebe û di hemû beşên jîyanê da cîh bigirin û rola xwe bileyîzin, ji ber ku ew welatana welatên wan yên duyemîn in.
Em nivîskarên ji Kurdistanê, me ji bo bi pêk anîna sazîyeke bi qedir û hemdemî li dîasporayê gavek avêt. Em bi bawer in, ku di qada navnetewî da wêje, çand û huner ji bo tevjîyanê û têkilîyan, alavên here giring in.
Her nivîskarekî Kurdistanî dikare di vê komelê da, hizr û ramanên xwe bi awayekî azadane beyan bike û di warê zanyarîyên perwerdehî da û karînên xwe yên entelek-tuel tevbigere. Ev derfet ji bo tevaya nivîskaran vekirî ye. Xurtkirina sazîyê û berdewamîya wê bi tevxebata nivîskaran ve geş û berbelav dibe.
Em bangî hemû nivîskarên Kurdistanî yên ku li Ewropayê dijîn, ji bo pêşdabirina vê gava me ya bi wate, di pêvajo û hevbendîyê da cîh bigirin û bibin piştevan.
Saznameya me bi zimanê almanî, zaravên kurmancî, kirmanckî/zazakî û zımanê tırkî de hatiye amade kirin. Di demên pêşda dê bi zaravê soranî de jî bê weşandin.
Endamên damezirîner yên komelê ev in:
Serok – Murat Dağdelen
Sekreter – Fettah Tımar
Kasadar – Seyitxan Kurij
Komîteya çavdêr – Salih Dündar, Cahit Kaplan
Endamên rêveberîyê – Selim Çürükkaya, Baran Hemze
Feqiyê Teyran (Kurte jîyana wî)
Feqiyê Teyran hozanvanên kurd yê pir nav e. Nivîskar û helbestvanên kurd, gelek ji wan bi navê gundê xwe û bajarê xwe tên nasin. Wekî Mela Hiseynê Batêyî ji gundê Batê, Ehmadê Xanî ji gundê Xanî, Melayê Cizîrî ji bajarê Cizîrî, Selîmiyê Hîzanî ji bajarê Hîzanê û Şerefxanê Bedlîsî ji Bedlise hwd. ne. Feqiyê Teyran helbest û nivîsên xwe de gelek nav û nasnavên cûda bi kar anîne.
Wek: „Feqê Têra“, „Feqiyê Gerok“, „Feqê Hêşetê“, „Miksî“, „Mir Mihê“ û helbestên xwe de maxlasa „Mim û Hê“ pir caran nivîsiye. Navê wî yê rast û esasî Mihemed e. Hinek lêkolîneran Muhamed jî nivîsine. Feqiyê Teyran helbestek xwe ya digel Melayê Cizîrî „Feqî û Mela“ de;
Gul im di destê xaran.
Bi ismê Muhammed nav im.
Bilbil im dil gulzaran.
Ji eşqê lew zerbav im.
Feqiyê Teyran ji Mîrektiya Miksê ye. Li gundê bi navê Warezûrê ji dayîk bûye. Pispor û lêkolîner li ser jidayîkbûyin û mirina Feqiyê Teyran weşanên ku heta îro hatine çap kirin da li hev nekirne. Hinek çewtî jî hene. Li gor me lêkolîner û nivîskar Xalid Sadînî pirtûka bi navê Feqiyê Teyran “ jîyan, berhem û helbestên wî “ de zelal kirîye. Dibêje; Feqiyê Teyran dawiya temenê xwe de bi helbesta xwe bi navê “ Dilo Rabe“ de nivîsiye. Nivîskarê hêja li ser rojbûna hozanê mezin analîz û hûrnêrîn kirîye. Helbesta „Dilo Rabe“ ya çarmalkî de, çarmalkî yê dawiya helbestê waha ye;.
Mîm û Hê heftê felek çûn.
Ji hicretê dewran gelek çûn
Sal hizar û çil û yek çûn.
Ev xezal anî diyare
Li gor lêkolînerê, hûrnêrînê rojbûyîna FeqiyêTeyran 1562-63 e. Nivîskar Maruf Xeznedar jî bi vê baweriyê de ye. Ev helbest bi avayek dîrok û biyografîya jîyana wî ye, ku bi xwe û pêşiyên xwe tê de tomar kırîye. Niha em zanın ku Feqê Teyran du sê sal ji Melayê Cizîrî temen mezintir bûye. Her du heval û hevçaxê hev bûne. Bi hev re „danberhev“ helbest gotine. Bi hevre li Cizîrê sala 1621 de helbest nivîsîne. Di dawiya helbesta „Feqe û Mela“ de dibêje:
Birîndarê eşqê me.
Dûr im ji siha bihan.
Dizanim meddahê kê me.
Di hizar û yek û sihan.
Senaxwanê Melê me.
Li hemû erdî cihan.
Nasnavek Feqiyê Teyran jî helbestên xwe de „Mîr Mihê“ daniye. Di nav helbestên Feqiyê Teyran de gelek tiştên veşartî hene, yek ji van jî navê „mîr“ e. Li gor pisporan ew ji binemala mîrê Miksê ye. Şerefxanê Bedlîsê jî pirtûka „Şerefnamê“ de nivîsiye ku Mîrê Miksê Abdal Beg bûye. Nav gel da jî tê gotin ku „Feqê ji mala Mîr Abdalan“e. Dema Feqî de perwerde dîtin karek hêsan nebû. Helbestvanê me ji malek dewlemend û desthilatdar hatiye û xwendiye.
Ji berhemên Feqiyê Teyran dixuye, ku wî perwerdeyek baş girtîye. Ev jî dide xuya kirin ku perwerda zimanê kurdî beşa sereke ye. Ji bilî ziman, edebiyat, dîrok, felsefe, dîn wek bawerî, hedîs û tesewufê de gehiştiye asta bilind ya dema xwe da. Feqiyê Teyran li Miksê perweda seretayî li
„Medreseya Mîr Hesenê Welî“ de dixwîne. Paşê diçe Hizan perwerdeya xwe „Medreseya Hîzan“ de berdewam dike. Ji dû re çûye Finika Botan xwendina xwe medresê de berdewam kirîye.
Dawiyê de derbazê Cizîra Botan dibe û li wir bi Melayê Cizîrî re helbestan dinivîsin û gotûbêjan diken.
Feqîyê Teyran demek dirêj li gundê Hêşetê girêdayê Mîrektiya Hîzan jîyaye. Dengbêj, torevan û zanyarên wêjeya kurdan dibêjin Feqiyê Teyran li vir keça Mîrê Hêsetê nas kirye û bûye evîndarê wê. Qismek ji wan jî dibejin bûye şêwirmend û serkatibê rêveberîya Mîrê Hêşetê. Li wir jî sala 1641-42an de çûye ser dîlovaniya xwe. Lêkolîner
Nevzat Eminoglu pirtûka „Hîzan, Dîrok, Çand, Edebiyat“ nivîsiye ku Müfid Yüksel qebra/gora wî li Şandîsê dîtiye û nivîsek li ser bi zimanê erebî „Ev gora han, a bextewer, rehmetî, bexşandî û hewcedarê rehma Xwedê, Muhammedê ku wek Feqiyê Teyran navdar e, ku sala 1041(Hicri) ê de wefat kirye“ nivîsiye.
FeqiyêTeyran nalîna xwe,dilkuliya xwe û kovandariya xwe destana „Şêxê Senan“ de ji bo keça Hêşetê xemilandiye. Destana xwe de gelek caran navê Hêşetê bi karaniye. Çarînek ji helbestên wî wiha ye:
Ah û fîxan der bûn hezar.
Hingê hebû derwêş û yar.
Hemyan li şêx kir pirsiyar.
Bajar û ehlê Hêşetê.
Feqiyê Teyran,gelek berhem nivîsine. Qanatê
Kurdo xebatên Feqî kirine, dike du beş. Ya yekem, çîrok û destanên wî û ya duyem, helbest, qesîde û xezalên wî ne. Destana „Şêx Senan“ here ya navdar e. Navê teyran herî zêde vê destanê de bi karanîye. Destnivîsarên vî cara ewil Dr. Rudenko li
Mosovayê sala 1965an de weşandiye. Dimdim, „Kela Dimdim“ çîroka wêjeyî ya „Şerê Dimdimê“ ye, ku di salên 1609-10an de qewimîye, hatiye naskirin. Dîroknas û lêkolîner dibêjin „Qawlê Hespê Reş“, „Bersîsê Abid“ û „Sîseban“ jî berhemê wî ne. Hinek helbestên nemir yên navûdeng „Ey av û av“, „Feqe û Mele“, “Dilber“, „Feqiyê Teyran û quling“ û „Feqe û Bilbil“ ev û hinek yên din jî hene.
Zimanê helbestên Feqiyê Teyran li gor dema xwe kurdiyek pak û zelal e. Kesên kurdî bizanin bi hêsanî têdigehin. Mirov helbestên wî xweşxwend dibîne wek guşguşa avê dixwîne. Raste, Feqî nivîsên xwe de gelek peyvên erebî û farisî wek term bi kar anîne. Lê zimanê çar sed salan berê niha dîsa mirov îro têdigehe, fahm dike. Feqî zimanê kurdî baş zanîbûye bi helbestên xwe de wêjeyî û edebî
nivîsîye. Gelek gotin hemwateyên/sînonîmên wan jî nivîsiye. Wek nimune Ellah-Xweda-reb-îlah, qelb-dil, aram-rehet, zahîr-eşkere hwd. bi kar anîye. Feqiyê Teyran helbesta kurdî dema xwe de derxistîye asta bilind û bûye damezirînerê kevneşopiya edebyata kurdî. Naveroka helbestên Feqiyê Teyran nemaze li ser babetên jîyana mirovatîyê, helbestên civakî, helbestên dîrokî, helbestên olî/dînî li ser Yezdan û Nebiyên wî vehûnandine. Lêkolîner X.Sadînî pirtûka bi navê
Feqiyê Teyran „jîyan, berhem û helbestên wî“ de dinivîse. Helbestên evîndariyê li ser eşq û evînê, li cem Feqî evîna mecazî û heqîqî yek in. Feqiyê nivîskar helbestên xwe de peyv û termên dijî şerîeta îslamê bi kar anîne. Wek nimune „mey“, „bade“, „qedeh“, „serxweş“, „şerab“ „sekran“ û hwd. nivîsîne. Herwisa wî di nava helbestên xwe de, xwe bi peyvên „tûle“, „se“, „dîn“ û hwd. wesifandiye. Lê evan peyvan mirovên gelek dîndar û girêdayiyên îslamê bi kar nayînin. Wî bi van peyvan rêya helbestvanên pêşiya xwe domandiye. Domkarê Şîrazî, Herîrî û Feriddin Ettar bûye. Çarînek xwe de dibêje;
Serxwoşê ava heyatê.
Meclisa reqs û sema tê.
Di çibkim bi sewm û selatê.
Bi kûzê û fîncan im ez.
Feqî aşiq e, evîndar e, eşqê ew girtiye, nikare xwe ji destê eşqê derbixe. Kesê misilman be, dirist nîne vê gotinê bêje, ew gunehkar tê jimartin. Ew dijî mîran û began, haqan û sultanan bûye. Ew hevalbendê gundiyan bûye. Wî xwestiye nava gelan de şer neyê kirin, xwîn neyê rêtin, dijminatî çênebe.
Helbestê wî da em nabînin ku wî pesnê şêxekî, mîrekî an jî begekî dema xwe, an jî berî xwe kiribe.
Ew helbestek xwe de ji bo mîr û began wiha dibêje:
Ê bên rojek rojê amîndar.
Ê hişyar bin sefîl û jar.
Ê qal kin pêşiya mîrên xedar.
Ê textê wan bikin wêran.
Hûn bizanin mîrên xedar.
Ezê j`dinê herim yekcar
Lê tiştê ku Feqî kirîye, beriya wî kesê nekirbû. Wî cara yekem di wêjeya kurdî de axiftin li gel heywan û sirûştê kiriye. Ew helbestê xwe de ligel bilbil diaxive, derdê xwe ji bilbil re dibêje û bilbil jî derdê xwe ji bo wî dibêje. Ew ligel qulingan jî axiftiye û xeber daye. Feqî ligel ava siruştê axiftiye ji guşeguşa avê zaniye ku av çi dibêje. Di dema Feqî de welat dagirkirî ye. Osmaniyan ji aliyekî ve û Sefawiyan ji aliyên din ve welat xistine bin bandora xwe. Rewşenbîrên wekî Teyran û Cizîrî ev dîtine. Hevkarên dagirkeran mîr û begên kurdan bûn. Piraniya wan wek sixurên mêtîngeran li her cihî belav bibûn. Di nav wan de mirovên welatperwer jî hebûn, ku dixwestin welat azad, gelê wan têr û xwenda be. Yê ku dijî dijminan şer dikirin jî hebûn. Mêrxasî û lehengiya kurdan şerê berxwedana Kela Dimdim de aniye ziman. Şer dijî şahê eceman û şîiyên Îranê ye, Feqiyê Teyran berfireh nivîsiye.
Feqiyê Teyran, Elî Herîrî û Melayê Cizîrî bingeha helbest û wêjeya kurdî ya di dema xwe de derxistine asta bilind û bûne damezrînerê kevneşopîya edebyata kurdî. Bi baweriya me Ehmedê Xanî yek ji vana bûye. Berhemê wan xwendîye ji wan sûd girtîye. Wan nemiran pêşîya wî rê vekirne û jê re bûne pêşeng. Mirov dikare bêje, bê wan berheman „Mem û Zîn“ nedihate afirandin. A.Xanî wan dilsozan waha dinivîse:
Alî bikira li banê gerdûn. Binavê rihe Melê Cizîrî Pê hey bikira Elî Herîrî. Keyfek we bida Feqiyê Teyran Heta bi ebed bimaya heyran.
Ji ber ku ev daxwazên Ahmedê Xanî ne, yê ku van dilsozan xwestine. Em jî li berxwedidin ku ser rêya wan bimeşin.

